NY: Germahî dê standardên cîhanî derbas bike
Di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, Neteweyên Yekbûyî ragıhand ku zêdetirî 3 mîlyar mirov di derdoreke ne tendurist de dijîn û di pênc salên pêş de, germahî dê ji pileyên di Peymana Parîsê de derbas bibe.
Ji sala 1973an ve Neteweyên Yekbûyî 5ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Jîngehê qebûl dike. Armanc ew e ku di derbarê jîngeha gerdûnî de asta agahîyê jorda bibe û hikûmetan han bide ku pirsgirêkên jîngehê yên wekî qirêjiya hewayê, birrîna daristanan û germbûna gerdûnî kêm bikin.
Neteweyên Yekbûyî dibêje zêdetirî sê milyar mirov li cîhanê di derdoreke ne tendurist de dijîn. Her sal 9 mîlyon mirov ji ber bandora qirêjiya hewayê zûtir dimirin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, herî kêm mîlyonek ajel û nebat niha di bin xetereya jinavçûnê de ne ku yê di nav çend deh salên pêş de gelek ji wan ji nav biçin.
Sersekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Roja Cîhanî ya Jîngehê de bi peyameke nivîskî diyar kir ku nêzî nîvê hemû mirovahiyê li herêmên xeternak ên jîngehê dijîn.
Ew hişyarîyê dide ku ji sedî 50 metirsiya germbûna gerdûnî heye ku tenê di pênc salên pêş de ji 1,5 pile derbas bibe ku di Peymana Parîsê ya 2015an de hate pejirandin da ku germahî li gorî demên berî pîşesaziyê ji 1,5 pile zêdetir nebe.
Guterres hişyarî da ku heta sala 2050an salane 200 mîlyon mirov ji ber guherîna keşûhewayê dê koçber bibin.