Li Almanya ji ber bakurofe û babelîskê 3 kes mirin û 50 kes birîndar bûn
Li eyaleta Ren Vesyfalya ya bakurê Almanya ji ber bakurofe û babelîskê herî kêm 3 kes can dan û 50 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya polîsên Almanya de hat diyar kirin, bajarê Paderborn li eyaleta Ren Vesyfalya ji ber bakurofa zêde ziyaneke mezin ditiye û zêde ji 50 kes birîndar bûne. Ji ber bakurofe û barîna teyrokê banê hindek malan firiyan û hindek jî camên wan şikiyan.
Polîsê eyaletê daxwaz ji şêniyên wê herêmê kir ku li malê xwe de bimînın.
Polîs dibêje ku li eyaleta Renanya-Palarina kesek di jêrzemîna mala xwe de ku av ketibûyê û di encama lêdana elektirîkê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha 2 welatiyên Fransî ku bi paraglidereke motorî difirîn, bi bayekî tund ketin û ji ber ketinê wan her duyan jiyana xwe ji dest dan.
Li seranserê herêmê sewqiyata riyan û rêhesin jî hatiye astengkirin.