Li Hindistanê ji ber hilweşiyana dîwarê kargehekê 12 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i334048-li_hindistanê_ji_ber_hilweşiyana_dîwarê_kargehekê_12_kes_mirin
Di kargehekî pakêt kirina xwê ya li rojavayê Hindîstanê de, dîwar hilweşiya û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2022 17:18 Asia/Tehran
  • Li Hindistanê ji ber hilweşiyana dîwarê kargehekê 12 kes mirin

Di kargehekî pakêt kirina xwê ya li rojavayê Hindîstanê de, dîwar hilweşiya û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer 215 kîlometre dûrî bajarê Gandhinagar a paytexta eyaleta Guceratê, li kargeha herêma Morbî pêkhat û ji ber ku dîwarê kargehê hilweşiya 12 karkerên di bin dîwar de man û jiyana xwe ji dest dan, 13 karker jî birîndar bûn.

Rayedaran ragehand, operasyona rizgarkirinê ber bi temambûnê ve diçe û derbarê bûyerê de jî lêpirsîn û lêkolîn berdewam dikin.

Li Hindîstanê di çêkirina avahiyan de ji ber li gor standartên pêwîst amûr nayên bikaranîn gelek caran avahî hildiweşin.