Talîban: Ti dijminatiya me bi Amerîkayê re nîne
May 17, 2022 23:27 Asia/Tehran
Wezîrê navxwe yê Koma Talîbanê tekez kir ku hikûmeta Efxanistanê ne tenê wek dijmin li Amerîkayê nanêre, belku li ser danîna peywendiyên baş ligel Waşîngtonê jî difikire.
Siraceddîn Heqqanî; Wezîrê Navxwe yê Efxanistanê di hevpeyvînekê de ligel CNN-a Amerîkayê got ku em niha wek dijmin li Amerîka nanêrin û dixwazin di paşerojê de li ser bingeha yasa û pirensîpên ku li deverên din ên cîhanê hene, peywendiyên baş li gel Amerîka û civaka navdewletî daynin.
Eva di rewşekê de ye ku FBI 10 milyon dolar xelat ji bo agahdariya ku dibe sedema girtin an tunekirina Heqqanî diyar kiriye.
Siraceddîn Heqqanî beriya niha nedixwest beşdarî civînên fermî bibe, di civînên gel de rûyê xwe dinixumand û çek hildigirt, lê herî dawî derketibû pêşberî raya giştî.