May 10, 2022 21:59 Asia/Tehran
  • Li Komara Demokratîk a Kongoyê di êrîşeke li ser madena zêr de 36 kesên sîvîl mirin

Li eyaleta Iturî ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê kesên serhildêr êrîşî qada madeneke zêr kirin û herî kêm 36 kesên sîvîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya çapemeniya Kongoyê, gruba serhildêr a bi navê Hevpeymaniya Geşepêdana Kongo (CODECO) li bajarê Djugu ya ser bi eyaleta Iturî êrîşî madena zêr a Blanquette kirine.

Li gor daxuyaniya hatiye dayîn di êrîşê de pitikekî 4 mehî jî di nav de 36 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî êrîşê xebatên lêgerîn û rizgar kirina karkeran li herêmê berdewam dike û nîgeranî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Rêxistina CODECO ya li rojhilatê welat çalakiyên xwe berdewam dike û tê gotin ji sala 2014ê heta naha  di êrîşên wê grubê de bi hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv