Desteserkirina 200 nerazîyan di xwenîşandana dijî hikûmetê da li Ermenistanê
May 04, 2022 11:24 Asia/Tehran
Polîsên Ermenistanê 200 nerazî di xwenîşandana dijî Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê vî welatî da li Êrîvanê girtin.
Xwenîşandana dijî hikûmetê li Ermenistanê piştî wê destpê bû ku nerazîyan roja yekşemê xwestin ku Paşîniyan îstîfa bike. Neyar idia dikin ku Paşîniyan bidû lihevhatina tev Komara Azerbaycanê li ser herêma Qerebaxa Çîyayî ye.
Partiyên dijberê hikûmetê li Ermenistanê roja duşemê bi xwenîşandanekê xwestin ku Nîkol Paşîniyan îstîfa bike. Partîyên opozîsyonê Paşîniyan tawanbar dikin ku dil heye hemî devera Qerebaxê radestî Komara Azerbaycanê bike.
Nêzî 5 hezar nerazîyan duşemê êvarê bi rakirina alayên Ermenistan û Qerebaxê xwestin ku Paşîniyan ji ser desthilatê wêda here.