Serokê Domaya Ûrsêtê: Şandina çekan bo Ukraynê dibe sedema karesata cîhanî
Serokê Domaya Ûrsêtê ragihand ku şandina çekan bo Ukraynê dibe sedema gurrbûna şerê li vî welatî û kaşkirina cîhanê ber bi karesatê va.
Vîçêslav Valodîn Serokê Domaya Ûrsêtê got: Welatên ku çek û rextan jibo Ukraynê dişînin, berpirsê demdirêjbûna şêrr in.
wî herwiha got: Serokên welatên ewrûpî û di sêrî da Almanê, diqewime ku gelên xwe pêrgî pirsgirêkên giran bikin.
Eva di halekî da ye ku Wezareta Karên Hundur a Almanê amajeyî rewşa Ukraynê kir û ji almanîyan xwest ku xwarek û dermîn jibo rewşa awarte zimhêr bikin.
Kanala Nûçeyan a Raşa Tudêyê jî ragihand ku Ûrsêtê li şarê Maryopolê bi merema derketina sivîlên mayî agirbesa yekalî ragihand.
Cozif Borrêl Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE jî îro got: Pakêta şeşan a boykotên dijî Ûrsêtê tê amadekirin.