May 01, 2022 08:13 Asia/Tehran
  • NY: Di 2021`an de 3 hezar kes di Deryaya Spî de xeniqîne

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê hejmara kesên 2021`ê li Behra Spî jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne, eşkere kir.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî sala derbasbûyî 1924 kes li ser xeta navîn û rojava ya Behra Spî jiyana xwe ji dest dane û an jî winda bûne. 1153 kes jî dema xwestine ji ser Afrîkaya Bakurê Rojava biçin Giravên Kanaryayê jiyana xwe ji dest dane.

Di sala 2020’an de li gorî tespîtan 1544 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Shabîa Mantoo li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji serê sala 2022’an û heta niha 478 kesan di behrê de yan jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne.

UNHCR’ê diyar kir ku bi botên ne baş mirov neçar dimînin behrê derbas bikin û ev bot di rê de yan difisin yan jî noqî avê dibin.

Berdevk got: “Li welatên wekî Senegal û Morîtanya û yên wekî Giravên Kanaryayê carinan ev rêwîtî 10 rojan didome. Gelek keştî û bot jî rêya xwe winda dikin û bêyî ku li dû xwe şopekê bihêlin winda dibin."

Serepeyv