Ukraynê gundekî nêzîkî sînorê vî welatî û Ûrsêtê da ber bombeyan
Qayimeqamê Parêzgeha Biryansk li rojavaya Ûrsêtê ragihand ku balafireke cengê ya ukraynî gundekî vê parêzgehê li nêzîkî sînorê Ukraynê bombebaran kir.
Qayimeqamê Parêzgeha Biryansk li rojavaya Ûrsêtê îro ragihand ku balafireke cengê ya Ukraynê bi awayekî neqanûnî derbasî sînorê hewayî yê Ûrsêtê bû lê hêzên ûris nehîştin ew derbasî sînorê vî welatî bibe û di dawîyê da wê balafira cengê ya ukraynî 2 mûşek ber bi gundê Jêça ser bi parêzgeha Biryansk a Ûrsêtê va ku li nêzîkî sînorê Ukraynê ye, avêtin ku ti zirareke canî tinebûye lê cihê barkirina niftê tûşî xisarê bûye.
Êrişên Ukraynê ser parêzgehên Biryansk, Biêlgorod û Korsk ên Ûrsêtê ji 14ê Nîsanê va dijwar bûne û hêzên ukraynî zêdetir palavgehên niftê û binesazîyên din dikin armanc.
Ûrsêtê hişyarî daye ku heke êrişên Ukraynê bidomin, dê êrişî navendên biryardayînê li Kîyêvê bike.