Nîsan 22, 2022 19:31 Asia/Tehran
  • Li mizgefta Qundûzê teqînek pêk hat û bi dehan kes şehîd û birîndar bûn

Îro Înê di encama teqîna li mizgefta Îmam Sahib a wilayeta Qundûzê de bi dehan nimêjkar şehîd û birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, şahidan teqîna nîvroya îro li Mizgefta Îmam Sahib a parêzgeha Qundûzê piştrast kirin û gotin: Di vê bûyerê de 30 kes şehîd û birîndar bûn û bo nexweşxaneya bajêr hatin veguhestin.
Talîbanê hîn ti daxuyaniyek di vê barê de nedaye.

Ji aliyê din ve duh li nêzî balafirgeha Kunduzê li ber nuqteya kontrolê ya Talîbanê wesayîtek teqiya û di encamê de 17 kes mirin û  birîndar bûn.

Duh jî li deverên cuda yên Efganîstanê bi taybet li navendên şîeyan teqînên gelek û xwînrêj qewimîn. Di encama teqîna medresekê li Kabulê de 26 xwendekar û dûv re jî di teqîneke din li mizgefta Mezarê Şerîf de bi dehan nimêjker şehîd bûn û bi dehan bawermend jî birêndar bûn.

Şahidan diyar dikin ku hejmara şehîdên Mizgefta Mezarê Şerîfî zêdetirî 50 kesî ye. Teqîn di dema nimêjê de pêk hat.

Serepeyv