Nîsan 21, 2022 16:34 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna li mizgefta şîeyan a Mezarşerîfê 22 kes şehîd bûn

Di encama teqîna nîvroja PÊncşemiyê li mizgefta şîeyan a bajarê Mezarşerîfê yê navenda parêzgeha Belxê, 22 kes şehîd bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê şehedan û çavkaniyên bajarê Mezarşerîfê, hejmara goriyên teqîna îro li Mizgefta Sêdikanê, wek mezintirîn mizgefta şîeyan a bajarê Mezarşerîfê, bû 22 şehîd û 32 birîndar.

Ev cinayet di dema xwendina nimêja nîvroj da qewimî.

 

Her çend ku kes an komekê berpirsyariya van êrîşan negirtiye ustiyê xwe; Lê koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞê êrîşên bi vî rengî yên pêştir girtine ustiyê xwe.

 

 

Serepeyv