Nîsan 21, 2022 14:15 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna li mizgefteke Mezarşerîfa Efxanistanê bin dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn

Bi dehan nimêjkar ji ber teqîna roja Pêncşemê li mizgefteke navenda bajarê Mezarşerîfa Efxanistanê hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa Dengê Efxan (AVA), Heta niha ji ber vê teqîna li Mizgefta Sêdûkanê ya bajarê Mezarşerîfê, du kes hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne û bo navenda dermanî ya Ebû Elî Sîna ya vî bajarî hatine rakirin.

Li gorî şehedên bûyerê, ji ber giranbûna birînan, îhtimala zêdebûna hejmara kuştiyan zêde ye.

 

Her çend ku kes an komekê berpirsyariya van êrîşan negirtiye ustiyê xwe; Lê koma terorîstî-tekfîrî ya DAIŞê êrîşên bi vî rengî yên pêştir girtine ustiyê xwe.

 

 

Serepeyv