Nîsan 20, 2022 14:40 Asia/Tehran
  •  Interfax: Daxwaza venihêrînê li dijî biryara qedexetiya Metayê ji ber 'Zêdegaviyê' li dadgeha Rûsiyê dest pê bû

Ajansa rûsî ya Interfax'ê roja Sêşemiyê ragihand ku daxwaza venihêrînê li ser hikmê dadgeha Moskoyê derbarê qqedexetiya xebata Meta'yê li Rûsiyê ji ber "Çalakiya zêdegav" dest pê bûye.

Vê ajansê di destpêkê da ragihand ku kompaniya Metayê ya ku xwediyê Facebook'ê ye bi xwe daxwaza venihêrînê raberî dadgeha Moskoyê kiriye; Lê piştra li gorî servîsa ragihandinê ya dadgehê ragihand ku ev daxwaz ji aliyê kesekî sêyem ê nenas va hatiye tomarkirin.

Berevkekî kompaniya Medyayî ya Meta'yê got ku dadgeh nikare bilez şiroveyekê raber bike.

Hikmê dadgeha Moskoyê di roja 21ê Adara 2022an da hat derxistin û qedexetiya li ser torên civakî yên Kompaniya Meta'yê ku Rûsiyê pêştir sepandibû, piştrast kir.

Rûsiyê di destpêkê da Facebook ji ber sînordarkirina berdestbûna medyayên rûsî qedexe kir. Lê tora civakî ya Înstagramê piştî wê yekê li Rûsiyê hat astengkirin ku Mosko li hemberî guherînên demkî di siyaseta gotinên nefretêner ya Metayê ku rê dide bikarêneran hêrsa xwe derbarê êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê derbibirin, derket.

Di civîna bihîsstinê ya meha Adarê da, parêzerê Kompaniya Metayê got ku vê kompanî çalakiyên zêdegaviyê nekirine û li dijî Russophobia anku tirsandina ji Rûsiyê ye.

Li gorî texmîna lêkolerekî 'Insider Intelligence'ê, sala derbasbûyî Facebookê 7.5 miliyon û WhatsAppê jî 67 miliyon bikarênerên xwe li Rûsiyê hebûne; Ev di rewşekê da ku Înstagramê ragihandiye ku astengkirina wê, dê bandor li 80 miliyon bikarênerî li Rûsiyê bike.

 

Serepeyv