Nîsan 19, 2022 22:16 Asia/Tehran
  • Li dibistaneke Kabûlê 3 teqîn pêk hatin

Polîsa Efganistanê ragihand ku li dibistaneke kuran ya li taxeke Hezare yên Şîe li paytexta vî welatî Kabûlê 3 teqîn pêk hatine û di encamê de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Berdevkê polîsên Kabûlê Halîd Zadran li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku teqîn li taxa Deştî Barçî li dibistana Ebdul Rehîm Şahîd pêk hatiye.

Berdevkê berpirsê ewlehiya Kabulê yê ser bi hikûmeta demkî ya Talîbanî Xalid Zadran li ser van teqînan got: " Li rojavayê Kabulê 3 êrîşên bombeyî li dijî şîeyan pêk hat ku ew bûn sedema qurbanîbûna çend birayên me yên Şîa". Lê wî derbarê hejmara kuştî û birîndaran de ti agahî nedan.

Hate ragihandin ku teqîn, dema xwendevan ji polên xwe derdiketin rûdaye.

Serokê beşa hemşîreyan ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku herî kêm 4 kes hatine kuştin û 14 kes birîndar bûne.

Li gor AFPê jî di wan êrîşan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne. 

Heta naha ti aliyekî berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe. Lê belê piraniya êrişên wiha karê koma terorîst û tekfîrî ya DAIŞê ne.

Serepeyv