Nîsan 18, 2022 11:45 Asia/Tehran
  • Ceribandina nû ya mûşekî ya Koreya Bakûr bi amadebûna Kîm Cong Ûn pêk hat

Hevdem di gel merasima salvegera Kîm Îl Song xîmdarê Koreya Bakûr, Piyong Yangê cûreyeke nû ya çekên rênimûnkirî yên taktîkî ceribandiye ku ji bo xurtkirina şiyana şerê navokî yê vî welatî hatiye çêkirin.

Li gorî rapora Euro Newsê, Ev sêzdehemîn dora avêtina mûşekan a Koreya Bakûr di sala 2022an da ye. Gelek ji çavdêrên siyasî û leşkerî nîgeran in ku kiryarên Koreya Bakûr cûreyeke amadekirina xwe ji bo pêkanîna ceribandinên mezintir wek Çeka Navokî be. Di mehên dawiyê da kêşeyên navbera Koreya Bakûr û cînarên wê gelekî zêde bûye û nîgeranî derbarê îhtimala pevçûnan li vê navçeyê zêde bûne.

Karzanên siyasî dibêjin ku Koreya Bakûr hewil dide bi zêdekirina şiyana leşkerî, vê derfetê ji bo mûşekên navokî yên dûrbirr pêk bîne ku bikarin heta bigihêjin bajarên Amerîkayê. Êrîk Îzlî mamosteyê zanîngehê li Seulê di vî warî da got: Armancên Piyong Yangê dibe ku ji asta Pêşîlêgirtin û mayîna rejîmê wêdatir çûne.

Artêşa Koreya Başûr dawiya roja Yekşemiyê ragihand ku tetbîqatên leşkerî yên 9 rojî yên vî welatî di gel Amerîkayê li biharê dê ji roja Duşemiyê va dest pê bibin. Ev tetbîqat dikarin dijminatiyan li Nîvgirava Koreyê gurrtir bikin; Ji ber ku Koreya Bakûr pêştir bi ceribandina çekan û helwêstên tund bersiva van tetbîqatan daye.

 

 

Serepeyv