Nîsan 17, 2022 23:06 Asia/Tehran
  • Li Meksîkayê di êrîşeke li hember polîs de 5 kes mirin

Li Meksîkayê ji aliyê grubên çekdar ve li hember polîsên eyaleta Chihuahua ya lêpirsînê êrîşeke çekdarî pêkhat û di encamê de 2 jê polîs 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Li eyaleta Chihuahua ya Meksîkayê kesên çekdar 4 wesayîtên polîsê lêpirsîn a eyaletê gulebaran kirin. Piştre pevçûn derket û di encama wê pevçûnê de berpirsekî polîs birîndar bû, polîsek û 3 kesên din jî li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Berpirsê polîs ê birîndar ê bi navê Alejandro Dominguez Cabriales jî dema ji nexwaşxaneyê re hate veguhestin di rê de jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê din ve polîsê din ê jiyana xwe ji dest dayî jî navê wî Gil Manuel M.S e. Ji aliyê din ve derbarê nasnameya 3 kesên din ên sivîl ku jiyana xwe ji dest dane, ti daxuyanî nehatin dayîn.

Şahidên bûyerê ragehandin, 2 wesayîtên polîs piştî gulebaran kirinê şewitîn.

Hat ragehandin êrîş ji aliyê rêxistinên mafyayî ve pêkhatiye û ji bo dîtina êrîşkaran polîsê eyaleta Chihuahua, artêşa Meksîka û parazvanên netewî operasyonekî berfireh dane destpê kirin.

Serepeyv