Rojnameya Cumhuriyetê: Naveroka lihevkirina Eliyêv û Paşîniyan
Îlham Eliyên serokê Komara Azerbaycanê got: Pênc eslên ku ji bo asayîkirina pêwendiyan navbera du welatan hatin raberkirin, ji aliyê Ermenistanê va hatin pejirandin.
Di daxuyaniya serokê Komara Azerbaycanê da hatiye ku Eliyêv di gotûbêja telefonî di gel Vladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê derbarê 5 eslên raberkirî bo Ermenistanê ji bo asayîkirina pêwendiyên du welatan axaviye.
Komara Azerbaycanê ji bo asayîkirina pêwendiyan, ev şert ji Ermenistanê ra pêşniyaz kirine: "Bifermînaskirina dualî ya hakimiyetê, yekparçetiya axê, parastina sînorên navneteweyî û serxxwebûna siyasî ya welatan", "Diyarkirina sînoran û pêkanîna pêwendiyên dîplomatîk", "Vekirina rêyên hatûçûn û veguhestinê, pêkanîna rêyên din ên têkildar" û "Hevkarî di warên eleqedar".
Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê got: "Tu tiştekî neyê pejirandin di pêşniyazên Komara Azerbaycanê da tuneye."