Rûsiyê wek bersiva hemberî Îrlendê, 2 dîplomatên vî welatî derxistin
Mosko ji Îrlendê dixwaze ku bilez berbendên li ser rêya xebata balyozxaneya Rûsiyê li Dûblînê rake. Wezareta derve ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rûsiyê wek kiryareke tolvekirinê, du dîplomatên îrlendî derxistin.
Brian McElduff, balyozê Îrlendê li Moskoyê bo Wezareta derve ya Rûsiyê hat hazirkirin û itiraza tund a Rûsiyê li hemberî "Kiryarên ne-dostane û handêr ên rayedarên Holendê di meha Adarê ku daxwaza derxistina çar dîplomatên balyozxaneya Rûsiyê li Dûblînê kiribûn" radestî wî hat kirin.
Vê wezaretxaneyê her wiha ji Îrlendê xwest ku bilez berbendên li ser rêya xxebata balyozxaneya Rûsiyê wêda dayîne û bi bîr xist ku li gorî Konvansiyona Viyenê derbarê pêwendiyên dîplomatîk, Dûblîn erkdar e ku vî karî pêk bîne.
Wezareta derve ya Rûsiyê ragihand: Eger dewleta Îrlendê vê rêbaza xwe ya wêranker derheqê Rûsiyê bidomîne, Dûblîn divê bêyî tu şik û gumanekê li benda bersiva guncan a Moskoyê derheqê her cûre kiryara dijminane be
Îrlendê wek nerazîtiya li hemberî şerê Rûsiye û Ukraynê ku di 24ê Sibata 2022an da dest pê kir, di meha Adarê da çar dîplomatên balyozxaneya Rûsiyê derxistin.