Nîsan 07, 2022 17:31 Asia/Tehran
  • Yêrîvan û Bakûyê ji bo lidarxistina gotûbêjên aştiyê derbarê Qerebaxê li hev kir

Li gorî ragihandina Ofîsa serkwezîrtiya Ermenistanê, Yêrîvan û Bakûyê ji bo lidarxistina gotûbêjên aştiyê bo Qerebaxê li hev kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Arm radio'yê, Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermeniustanê, Çarlz Mîşil serokê Konseya Ewropayê û Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê roja Çarşemiyê li Brûkselê civiyan.

Li gorî encamên vê civînê, wan li hev kir ku komîsiyoneke dualî ji bo diyarkirina sînorên navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê heta dawiya Nîsana 2022an ku di lihevkirina Sûçiyê ya 26ê Mijdara 2021ê da hatibû berçavgirtin, were damezriandin û ev komîsiyon.

 

Her wiha serokwezîrê Ermenistan û serokê Komara Azerbaycanê destûr dan wezîrê xwe yên derve ku pêdiviyên gotûbêjên aştiyê navbera du welatan dest pê bikin.

Çarlz Mîşil jî soza Yekîtiya Ewropayê ji bo xurtkiirna hevkariya xwe di gel Yêrîvan û Bakûyê ji bo hevkariya nêzik û wêdadayîna kêşeyan û pêkanîna ewlehî û rihetiyê ji bo tevahiya gelê navçeyê dupat kir.

 

Serepeyv