Nîsan 05, 2022 21:26 Asia/Tehran
  • Li Ewropayê 48 saetan zêdeyî 120 dîplomatên Rûs hatin dersînorkirin

Bi hinceta şerê li Ûkraynayê, têkiliyên navbera Rûsya û welatên rojavayê nebaş dibe. Di nava 48 saetên dawî de zêdeyî 120 dîplomat ji aliyê welatên Ewropayê ve hatin dersînorkirin.

Ji 24'ê Sibatê û vir ve şerê li Ukraynayê dewam dike. Aloziya dîplomatîk jî zêde dibe.

Piştî li bajarê Bucha yê li bakurê rojavayê Kyiv a paytexta Ukrayanyê, wêneyên termên bi dehan sivîlan hatin weşandin, Ukrayna û welatên rojavayî,  Rûsyayê bi kuştina wan sivîlan tohmetbar kirin û hewldan zextên ser Rûsyayê zêde bikin, loma Fransa û Almanyayê, her wiha Îtalya, Danîmarka û Swêdê jî bi dehan dîplomatên Rûs dersînor kirin. Hejmara dîplomatên di nava 48 saetên dawî de hatin dersînorkirin 120 kesî derbas kir.

Welatên Ewropayê herwiha sûcdariyê li Rûsyayê dikin ku di êrişeke hewayî de li nêzî Kîevê komkujiyek pêk aniye.

Dozgeriya antîteror a Fransayê di çarçoveya 'sûcê şer' de dest bi sê lêpirsînên nû kir. Lêpirsîn der barê êrişên li herêmên Marîûpol, Gostomel û Çernîgîv ên li Ûkraynayê ne.

Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Bûçayê bi dehan kes hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî Rûsya sûcdar kir ku bi zanebûn êrişî sivîlan kir.

Piştî van îdiayan roja Duşemê 4ê Nîsana 2022ê Balyozê Rûsyayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ragihand ku tohmetên Ukraynayê “çêkirî” ne û got, armanc ji wan îdiayan têkdana navê artêşa Rûsyayê û Nişandana wê bi awayekî “nemirovane” ye.

Serepeyv