Nîsan 05, 2022 15:18 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlekariya Navneteweyî îro li ser bûyerên “Bûçayê” ya Ukraynayê civînekê li dar têxe

Balyozê Brîtanyayê li Netewên Yekgirtî ragehand ku li ser daxwaza Londonê derbarê bûyera Bûçaya Ukraynayê dê roja sêşemê (îro) bi dema herêmî civîna Konseya Ewlekariya Navdewletî were lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Barbara Woodward, balyoz û nûnera daîmî ya Brîtanî li Neteweyên Yekgirtî (NY), hevdemê serokatiya demkî ya welatê xwe ser Konseya Ewlehiyê ya NY di vê mehê (Nîsanê) de got: Civîna Konseya Ewlekariyê ya li ser bûyera Bûçayê wê roja sêşemê (îro) were lidarxistin.

Di heman demê de, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Michel Bachelet roja Duşemê banga "lêkolînek serbixwe û bibandor" kir derbarê îdîayên ku dibêjin sivîl ji aliyê hêzên Rûsî ve li bajarê Bucha yê Ukraynayê hatine kuştin.

Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnès Callamard (Agnês Kalamar) jî got ku raporên Bucha "tabloyeke berfireh a sûcên şer" nîşan didin û divê ev tedbîr werin hilkolandin.

Wê îdia kir ku tundiya leşkerên Rûs li dijî sivîlan tenê bi Bucha re sînordar nebû. Divê ev bûyer weke sûcên şer bên nirxandin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Yekşemê banga lêpirsîneke serbixwe li ser bûyera Bucha ya li Ukraynayê kir.

Piştî vekişîna leşkerên Rûs ji derdora Kîevê, medyaya rojavayî roja Yekşemê dîmenên bajarê Bûça yê li nêzî Kîevê belav kirin û îdia kirin ku hêzên Rûsî gulle berdane sivîlan dema ku ji derdora paytexta Ukraynayê derdikevin.

Serepeyv