Nîsan 05, 2022 08:44 Asia/Tehran
  • Almanyayê bi heceta tawanên şer ên Rûsyayê li Ukraynê 40 dîplomatên Rûsî dîport dike

Almanya jî bi îdiaya ku Rûsyayê li Ukraynayê sûcên şer kirine biryar da çendîn dîplomatên Rûsî dîport bike.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragihand, li hember tawanên Rûsyayê yên li bajarê Bucha û deverên din ên Ukraynayê, 40 dîplomatên Rûsî yên li Almanyayê tên dîportkirin.

Ev pêngava Almanyayê piştî wê yekê tê ku çend welatên Ewropayê bi heman hecetê hejmarek dîplomatên Rûsî ji welatê xwe derxistine.

Di vê çarçoveyê de heta niha Belcîka 21 dîplomat, Holanda 17 dîplomat, Îrlanda 4 dîplomat û Çekya jî dîplomatekî Rûsî ji welatê xwe derxistine. Tevî dîplomatên ku ji Almanya tên derxistin, hejmara dîplomatên Rûsî yên ku hatine derkirin, gihîşt 83 kesan.

Roja 1 Nîsana îsal artêşa Rûsyayê ji bajarê Bucha (Buça) yê li nêzîkî Kîeva paytext derket, lê Ukrayênê îdia kir ku li nav bajêr de herî kêm 410 termên welatiyên sivîl dîtine û diyar kir ku artêşa Rûsyayê li vî bajarî dest bi qirkirina xelkê sivîl kiriye, Rûsyayê ev yek red kir û ew sinariyoyek bi provaksiyon li dijî xwe hesiband.

Piştî vê yekê pêla şermezarkirin û nerazîbûneke tund a navdewletî bi vê hecetî ku Rûsyayê ev qirkirin encam daye dest pê kir û gelek welatan ev yek wekî komkujiya xelkê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê bi nav kirin û ew şermezar kirin.

Serepeyv