Li Kabula Efxanistanê teqîn: 5 kes mirin û 30 kes birîndar in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332983-li_kabula_efxanistanê_teqîn_5_kes_mirin_û_30_kes_birîndar_in
Dezgehên ragihandinê yên Efxanistanê ragihand ku li paytextavî welatî, Kabul, teqînekê rû da. Di encamê de herî kêm 5 kes mirin û derdora 30 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 03, 2022 11:04 Asia/Tehran
  •  Li Kabula Efxanistanê teqîn: 5 kes mirin û 30 kes birîndar in

Dezgehên ragihandinê yên Efxanistanê ragihand ku li paytextavî welatî, Kabul, teqînekê rû da. Di encamê de herî kêm 5 kes mirin û derdora 30 kes jî birîndar bûn.

Kanala Tolonews a Efxanistanê îro ragihand ku li nivîsgeheke bankan a li paytexta Afganistanê Kabul, teqînek rû da, di encamê de herî kêm 5 mirin û derdora 30 kes jî birîndar bûn.

Teqîn li herêma Seray Şahrezad a Kabulê çêbû û agahiyên mîsogerkirina hejmara qurbaniyan hîn berdewam in û muhtemel e hejmara kuştiyên vê teqînê zêdetir bibe.