Adar 28, 2022 15:11 Asia/Tehran
  •   Her bermîla nefta brent bi 113,14 dolarî ye

Her bermîla nefta brent li piyaseyên navneteweyî di roja yekemîn a şixul da bi 113,14 dolarî tê firotan.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Her bermîla nefta brent roja înê derket 120,65 dolarî û dû ra bi 117,37 dolarî roj temam kir. Her bermîla nefta brent îro serê sibê jî ji saet 08.58an pê va ji sedî 3,6 şikest û bû 113,14 dolarî. Di heman demê da her bermîla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 109,37 dolarî hat firotin.

Ajansa Vejenê ya Navneteweyî texmîn dike, ji ber mueyîdeyên pêvek ên hin welat û şîrketan ên dijî Rûsyayê, hilberîna petrolê di meha nîsanê da dibe ku rojane 3 milyon bermîlî kêm bibe.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 114,98 û 115,85 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 113,07 û 112,03 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.

 

Serepeyv