Adar 24, 2022 09:43 Asia/Tehran
  • Wezîra Derve ya berê ya Amerîkayê mir

Madeleine Albright ku ji 1997 ta 2001ê Wezîra Derve ya Amerîkayê bû îro di 84 saliya xwe de mir. Albright yekemîn jin a wezîra Derve ya Amerîkayê bû ku piştî Şerê Sar di rêvebirina siyaseta derve ya Rojavayî de alîkar bû.

CNN ragihand: Madeleine Albright ku yekem jin bû posta Wezîrtiya Derve ya Amerîkayê wergirt, heyamek bû bi nexweşiya pençeşêrê (qanserê) ketibû û îro di temenê xwe yê 84 saliyê de koça dawî kir.

Madeleine Albright sala 1937an li Pragê jidayîk bû û sala 1948an koçberî Amerîkayê bû. Albright li Amerîkayê ket nav karûbarên siyasî û karî di siyaseta wî welatî de xwe bigihîne asteke bilind û sala 2012an medalyaya Azadî ji aliyê Serokê Amerîkayê ve bo wê hat pêşkêşkirin.

Albright sala 1993an di dema rêveberiya Bill Clinton de bû Balyoza Amerîkayê ya li Netewên Yekbûyî û di serdema duyem a Clinton de jî ji 1997an ta 2001an bû Wezîra Derve ya Amerîkayê.

Madeleine Albright di dema wezîrtiya derve de bi hewldan û handana xwe ya bo ku Amerîka destwerdanê di Kosovayê de bike, navdar bûbû û bombebarana NATOyê ya li Kosovayê jî wek `Şerê Albright` hatibû binavkirin. Wê piştgirî dida berfirehkirina NATOyê.

Albright di Gulana 1996 de, dema ku ew Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî bû, nûçegihanê bernama 60 deqîqe yê «CBSê» jê pirsî: “Me bihîstiye ku nîv milyon zarokên Iraqî mirine, ji hejmara zarokên ku di êrîşa nukleerî ya Amerîkayê ya li ser Hîroşîmayê de hatine kuştin zêdetir e. "Gelo heqê ku hat dayîn hêja bû?"

Wê di bersivê de piştgiriya da mirina 500,000 zarokên Îraqî yên bêguneh di encama cezayên Amerîkayê de û got: "Ez difikirim ku ev hilbijartinek pir dijwar e, lê em difikirin ku bihayê ku hatî dayîn hêja bû."

Serepeyv