Adar 21, 2022 19:02 Asia/Tehran
  • Amerîkayê bi fermî ragihand ku artêşa Miyanmarê 'Tevkujî' pêk aniye

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê dibêje: "Artêşa Burmeyê li dijî Rohîngiyayê tevkujî û cinayeta dijî mirovahiyê pêk aniye."

Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Antonî Blînken, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Duşemiyê ragihand, Amerîkayê tê derxistiye ku tundiya artêşa Miyanmarê li dijî kêmîneya Rohîngiyayê li vî welatî 'Tevkujî' û cinayeta dijî mirovahiyê ye.

Ev daxuyanî hema bêje pênc salan piştî wê yekê tê dayîn ku artêşa Miyanmarê ku bi fermî wek Tatmadaw tê naskirin, kêmîneya misilman a Rohîngiyayê bi giranî serkut kir. Di encamê da 1.2 miliyon kes ji xelkê Rohîngiyayê ji Miyanmara ku pirranî bûdayî ne reviyan û bi dehan hezar kesî jî hatin kuştin.

 

 

Serepeyv