Şerê Ukraynê: Rûsyayê diyar kir cara ewil e moşeka hîpersonîk a Kîjnalê bi kar anî
Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov got ku artêşa Ûris cara ewil eniya li herêma Îvano-Frankîvsk a Ukraynê bi "Kînjal"a moşeka hîpersonîk va berteref kir.
Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Konaşenkov daxuyanî da û ragihand ku yekîneyên Ûris bi pergalên peravê yên Bastîonê li Velîkiy Dalnîk û Velîkodolînskoeyê yên ser Odessa ya herêma Ukraynê bûn navendên îstixabarata radyo-elektrîk a artêşa Ukraynê îmhe kir.
Di axaftina xwe da Konaşenkov got ku artêşa Ûris cara ewil e li Ukraynê "Kînjal"a moşeka hîpersonîk bi kar tîne û wiha domand: "Di 18ê Adarê da pergala moşeka Kînjalê ya xwedî moşekên aerobalîstîk hîpersonîkê ne li Delyatîn a bajaroka ser herêma Îvano-Frankîvskê eniya tê da cebilxaneya moşek û amûrên hewageriyê yên artêşa Ukraynê tê da ne, îmhe kir."