Adar 09, 2022 22:20 Asia/Tehran
  • Li bajarê Kharkiv ê Ûkraynayê 27 sivîl hatin kuştin

Polîsê Ukraynayê ragihand, di 24 saetên borî de li bajarê Xarkovê li bakurê rojhilatê wî welatî 27 sivîl hatine kuştin.

Li gorî ajansa Reutersê, şefê polîsê xwecihî yê Ukraynayê Serkhiy Bolovinov jî roja Sêşemê got ku ji destpêka êrîşa Rûsyayê ya 24ê Sibatê ve heta niha 170 kes ji wan 5 zarok li Xarkovê hatine kuştin.

Ragihandina polîs di demekê de ye ku hêzên çekdar ên Ukraynayê ragihand ku êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê berdewam in, lê ev êriş roja Sêşemê bi awayekî berçav kêm bûne.

Ajansa Interfax a Rûsyayê li ser zarê çavkaniyên Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku Rûsyayê ji bo derxistina sivîlan ji Kîev, Çernîhîv, Sûmî, Xarkiv û Maryopolê dest bi vekirina korîdorên mirovî kiriye.

Piştî liv û tevgerên vê dawiyê yên welatên rojava li nêzîkî sînorê Rûsyayê, Serokomarê vî welatî Vladimîr Pûtîn roja 24ê Sibatê li ser daxwaza alîkariya leşkerî ya rêberên komarên Donetsk û Lohanskê li rojhilatê Ukraynayê fermana operasyoneke leşkerî ya taybet da . Piştî wê firokeyên şer, top û mûşekên Rûsî çeperên artêşa Ukraynayê kirin armanc.

Putîn dibêje: Operasyona Rûsyayê li Ukraynayê ne destpêka şer e; Ev hewldanek e ku pêşî li şerekî li seranserê cîhanê bigire.

Bi berdewamiya şerê li Ukraynayê, reaksiyonên cîhanî yên li hemberî vê kiryara Rûsyayê berdewam dike, boykotên aborî û zextên dîplomatîk û gef û cezayên navneteweyî yên li dijî Rûsyayê her diçe zêde dibin.

Serepeyv