Adar 07, 2022 17:50 Asia/Tehran
  • Ukraynê xwest ku 'Korîdorên rasteqîn' bên vekirin

Êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê derbasî roja 12an bûye û dewama vê êrîşê bûye sebeb ku hejmareke zêde ya welatiyên sivîl li vî welatî bên kuştin, birîndar an jî aware bibin û hewldanên ji bo navcîtî û rawetandina êrîşên Rûsiyê bê encam mane.

Gelek rapor qala kuştina welatiyên sivîl ên ukraynî hatine weşandin û bajarên Ukraynê ji wan Mariyopol û Îrpînê jî bûne qada pevçûna giran navbera hêzên Rûsiye û Ukraynê û ev pevçûn di rêyên ku digihêjin Kiyêvê girantir in.

Li gorî gotina rayedarên leşkerî yên Ukraynê, artêşa Rûssiyê di halê pêşdaçûna ji sê aliyan ji bo girtina Kiyêva paytexta Ukraynê ye. Wan her wiha qala hewildana Rûsiyê ji bo dorpêçkirina bajarên rojhilatê Ukraynê ji wan Somî, Xarkiyêv, Çirnîhîv û Mîkolayîvê kir.

Di vî halê da Zêlênskiyê serokkomarê Ukraynê ji hevpeymanên Kiyêvê xwest ku balefirên xwe yên şêrr bidin welatê wî û petrola Rûsiyê boykot bikin.

Vladîmîr Zêlênskî serokkomarê Ukraynê di peyama xwe ya vîdyoyî ya herî nû da got: Eger êrîşa li ser Ukraynê bidome û Rûsiye dev ji planên xwe li dijî Kiyêvê bernede, hewcetî bi pakêteke boykotan a nû li dijî Moskoyê heye.

Di vî halî da Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a NY roja Yekşemiyê ragihand ku ji dema destpêbûna êrîşa Rûsiyê li ser Ukraynê zêde ji 360 welatiyên sivîl di encama êrîşên artêşa Rûssiyê da hatine kuştin û 1123 kes jî birîndar bûne.

Şerê Ukraynê ku bûye sebeba zêdebûna zehf a bihayê petrol û gazê, her wiha bû sebeb ku bihayê gazê li Ewropayê bigihêje asta xwe ya herî jorîn û bo cara yekem di dîrokê da bibe sê hezar û 900 dolar di her hezar mitrên kûp da.

 

 

Serepeyv