Adar 06, 2022 22:03 Asia/Tehran
  • NY hejmara kuştî û birîndarên sivîl ên li Ukraynayê eşkere kir

Netewên Yekbûyî ragihand ku ji 24ê Sibatê vir ve li Ukraynayê 364 sivîl hatine kuştin û 759 sivîl jî birîndar bûne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) amarên derbarê sivîlên di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de parve kir.

Komîserê Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan Filippo Grandî di Twittekê de belav kiriye ku “di dema 10 rojên borî de zêdeyî yek milyon û 500 hezar kesan axa Ukraynayê bicîh hiştine û derbasî nav welatên cîran bûne.”

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de ragihand ku ji 24ê Sibatê ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir heta nîvê şeva 5ê Adarê 364 sivîl hatin kuştin û 759 sivîl jî birîndar bûn.

OHCHR di berdewamiya de diyar dike ku ji ber giraniya şer û pevûnan nikare amara rastîn a kuştî û birîndaran bidest xêne loma muhtemel e, hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe. 

Herwiha rayedarên Ukraynayê jî dibêjin: "Hejmara miriyan ji 2 hezarî zêdetir e."

NY di Twittekê de, amaje bi wê yekê daye ku derbasbûna milyonek û 500 hezar penaberên ukraynç nav welatên cçran di mideha 10 rojan de, wiha kiriye ku krîza koçberiya niha ya rojhilatê Ewropayê wek mezintirîn krîza koçberiyê ya Ewropayê bê danîn piştî bidawîbûna Şerê Duyem ê Cîhanî di warê bilez bilindbûna hejmara koçberan de.

Artêşa Rûsyayê bi fermana Serokomarê vî welatî Vladîmîr Pûtîn di 24ê Sibatê de derbasî Ukraynayê bû. Moskow hewldan û vîna welatên rojavayê ji bo kişandina NATOyê ber bi sînorên Rûsiyê sedema bi fukarbûna Moskowê û êrişa wê ser Ukraynayê dizane. 

Serepeyv