Adar 06, 2022 09:03 Asia/Tehran
  • Putîn: Eger NATO xwe tevlî şerê Ukraynayê bike em ê şerê wê jî bikin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand ku her welatekî ku li Ukraynayê herêmeke qedexe ya firînê rabigihîne, ew welat dê weke aliyekî şer bê dîtin. Putin herwiha got ku eger Ukrayna weke endamê NATOyêê bê qebûlkirin, ew ê şerê NATOyê jî bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn derbarê êrîşên li ser Ukraynayê de daxuyanî da û diyar kir ku hewldana danîna herêmeke qedexe ya firînê ya ji welatekî din dê weke  aliyekî şer bê dîtin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, NATO ji ber ku herêmeke qedexe ya firînê îlan nekiriye sûcdar kir û ji bo wê rêxistinê wiha got: "Ji niha û pê ve berpirsyarê her kesên jiyana xwe ji dest bide hûn in."

Li aliyê din NATO jî diyar dike ku îlankirina herêma qedexe ya firînê dê şer gurr bike.

Putîn diyar kir ku hewldanên qedexekirina firinê li ser Ukraynayê dê weke destwerdana li çalakiyên leşkerî bên nirxandin û got, "Her hewldana ku ji welatekî din herêmeke qedexe ya firînê bê danîn, dê weke destwerdana yekser a operasyonên leşkerî bê nirxandin. Cezayên ku li ser me tên sepandin, weke ragihandina şer li dijî Rûsyayê ye."

Serokê Rûsyayê herwiha anî ziman ku behskirina endambûna Ukraynayê ya di NATOyê de her diçe germtir dibe û got: “Divê endam di dema şerekî leşkerî de piştgirî bidin wî welatî. Li Donbassê operasyonên leşkerî dikin û dê derbasî Kirimê jî bibin. Wê demê em dê bi tevahî rêxistina NATO re şer bikin.”

Amerîka, Kanada û welatên Ewropî ketina firokeyên Rûsî li qada hewayî ya wan qedexe kirine.

Rûsyayê berî êrişa ser Ukraynayê şerteke despênebûna vî şerî xwe dûrkirina ji endamkirina vî welatî diyar kiribû.

Serepeyv