Îdiaya Ukraynê: 9 hezar û 166 eskerên Ûris di şer da hatin kuştin!
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332335-Îdiaya_ukraynê_9_hezar_û_166_eskerên_Ûris_di_şer_da_hatin_kuştin!
Ukraynê îdia kir ku ji dema ku hêzên artêşa Ûris a êrîş kir heta niha 9 hezar û 166 esker hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 04, 2022 15:49 Asia/Tehran
  • Îdiaya Ukraynê: 9 hezar û 166 eskerên Ûris di şer da hatin kuştin!

Ukraynê îdia kir ku ji dema ku hêzên artêşa Ûris a êrîş kir heta niha 9 hezar û 166 esker hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Serokatiya Sererkaniya Ukraynê der barê zirar û ziyana di 9 rojan da gihîştiye artêşa Rûsyayê da agahî da.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku ji dema ku artêşa Ûris êrîşî Ukraynê kir heta niha 9 hezar û 166 esker hatin kuştin, 33 balafir û 37 helîkopterên Ûris hatin daxistin, 251 tank, 939 wesayîtên bizirx, 105 top û 2 jî botên sivik ên lezê hatin îmhekirin.

Hat îdiakirin ku 50 pergalên roketavêjê, 404 wesayît, 60 wesayîtên sotemeniyê, 18 pergalên parastina hewayî û 3 jî WHB (ÎHA) yên artêşa Ûris hatin îmhekirin.

 

Ev di halekî da ye ku Kremlînê ragihand ku di 8 rojan "Operasiyona taybet a leşkerî" li Ukraynê 498 hêzên vî welatî hatine kuştin û 1600 kes jî birîndar bûne.