Ukrayna: Boriya gazê li Kharkivê ji aliyê Rûsya ve hat teqandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332218-ukrayna_boriya_gazê_li_kharkivê_ji_aliyê_rûsya_ve_hat_teqandin
Rûsyayê kompanyaya gaz û petrola Ukraynayê kir armanc û xeta veguhastina gazê jî li bajarê Kharkivê teqand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2022 07:01 Asia/Tehran
  • Ukrayna: Boriya gazê li Kharkivê ji aliyê Rûsya ve hat teqandin

Rûsyayê kompanyaya gaz û petrola Ukraynayê kir armanc û xeta veguhastina gazê jî li bajarê Kharkivê teqand.

Ajansa “Reuters” li ser zarê Seroka Şaredariya bajarê Vasylkiv, Natalia Balasinovic ragehandiye, artêşa Rûsya kompaniya gaz û petrolê bombebaran kir.

Ji aliyê xwe ve, Dezgeha Ragihandin û Parastina Agahiyên Taybet li Ukraynayê ragihand, hêzên Rûsî boriya gaza xwezayî li bajarê Kharkivê yê li başûrê Ukraynayê teqandin.

Li gor zanyariyan, tevî şer êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, Ukrayna hîn jî şandina gaza xwezayî ya Rûsyayê ber bi Ewropayê ve didomîne.

Şer û pevçûn li Ukraynayê berdewam e. Şêwirmendekî Serokê Ukraynayê jî ragihand, heta niha dora 3 hezar û 500 leşkerên Rûsî hatine kuştin.

Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand, Rûsyayê duhî 3 balafirên SU-30, 11 helîkopter, 2 firokeyên SU-25, 2 firokeyên ÎL-76, amûr û karwaneke sotemeniyê ji dest dane.