Biden behsa şerê cîhanî yê sêyem kir: Tenê du rê mane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332217-biden_behsa_şerê_cîhanî_yê_sêyem_kir_tenê_du_rê_mane
Serokê Amerîka Joe Biden sinyala şerê cîhanî yê sêyem li dijî Rûsya da û ragehand, tenê du rê li pêşiya me mane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2022 06:27 Asia/Tehran
  • Biden behsa şerê cîhanî yê sêyem kir: Tenê du rê mane

Serokê Amerîka Joe Biden sinyala şerê cîhanî yê sêyem li dijî Rûsya da û ragehand, tenê du rê li pêşiya me mane.

Êriş û operasyonên Rûsya li dijî Ukrayna berdewam in û tê gotin ku beşek ji wî welatî ji aliyê artêşa Rûsya ve hatiye dagirkirin, beşek ji hêzên Rûsya jî derbasî paytext Kîevê bûne û li nav bajêr de şer û pevçûn di navbera hêzên Rûs û Ukraynayê de berdewam e.

Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniya xwe ya herî dawî de gotiye, li pêşiya wan du rê hene; yan dê li dijî Rûsya bikevin nav şerekî mezin û şerê cîhanî yê sêyem derkeve yan jî dê sizayên tund bi ser Rûsya de bisepînin.

Biden her wiha gotiye, qesta Rûsya ew e ku NATO perçe bike, lê ewê biser nekeve û Putîn jî dê negihîje mirazê xwe.