Hevdem bi krîza Ukraynayê re; Zêdebûna bihayê neft û zêr
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332144-hevdem_bi_krîza_ukraynayê_re_zêdebûna_bihayê_neft_û_zêr
Zêdebûna kirîza Ukraynayê û destpêkirina nakokiyên di navbera hêzên Kîev û Komarên cudaxwaz ên Donetsk û Luhanskê de û bi fermçnaskirina van du komarên Ukraynayê ji aliyê serokomarê Rûsyayê, bandoreke mezin li bazarên cîhanê bi taybetî li Ewropayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2022 15:40 Asia/Tehran
  • Hevdem bi krîza Ukraynayê re; Zêdebûna bihayê neft û zêr

Zêdebûna kirîza Ukraynayê û destpêkirina nakokiyên di navbera hêzên Kîev û Komarên cudaxwaz ên Donetsk û Luhanskê de û bi fermçnaskirina van du komarên Ukraynayê ji aliyê serokomarê Rûsyayê, bandoreke mezin li bazarên cîhanê bi taybetî li Ewropayê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, roja Sêşemiyê bi zêdebûna rageşiya navbera Ukrayna û Rûsiyê û berdewamiya bilindbûna nirxê nifta xav a cîhanê heta 100 dolarî, bazarên borsê yên Ewropa û Asyayê daketine.

Li bazara pereyên dîjîtal ango diravên krîptoyê, bihayê her Bitcoin ji sedî 12 daket û daket binê 37 hezar û 800 dolarî. Etrium, duyemîn pereyê herî populer ê krîptoyê yê cîhanê jî ji sedî 1 daket û bû 2607 dolar.

Li gorî nûçeya Euronewsê, nirxê onseke zêr jî di danûstandinên roja Sêşemê de dolarek û 10 sentan zêde bû û gihîşt hezar û 904 dolar û 30 sentan.

Endeksa borsayê ya Almanyayê (Dox) jî di bazirganiya roja Sêşemê da ji sedî 13 daket. Borsaya Tokyoyê zêdetirî 29 pûanan yanî ji sedî 1,5 û Borsaya Şanghayê jî ji sedî 1,3 daket.

Tevî ku li bazarên borsê yên Ewropa û Asyayê rengê sor li xwe girt, her bermîla petrola Brent roja Sêşemê ji sedî 2,22 zêde bû û derket 97 dolar û 69 sentan.