Sibat 23, 2022 16:22 Asia/Tehran
  • Berteka Biden li hember krîza Ukraynayê û pêngava Putin derbarê Donetsk û Luhanskê

Serokê Amerîkayê Joe Biden têkildarî krîza Ukraynayê û kiryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ya bi fermînaskirina serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê daxuyaniyek da û diyar kir ku niyeta wan a şer bi Rûsyayê re nîne û got: “Eger Rûsya gavên din bavêje, ew ê mueyîdeyê zêdetir bikin.“

Piştî ku Rûsyayê ragihand ku serxwebûna du komarên cudatîxwaz ên li rojhilatê Ukraynayê esas digre, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî der barê mijarê de daxuyanî da.

Biden esas girtina du komarên cudaxwaz ên li rojhilatê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve weke "destpêka dagirkeriyê" bi nav kir û biryarên mueyîdeyê ku wan girtine ragihand.

Biden anî ziman ku wan beşa yekem a mueyîdeyan ragihandiye û got: "Ji ber ku Rûsya rageşiyê zêde dike, em ê mueyîdeyan zêde bikin."

Biden anî ziman ku wî biryar daye ku hêz û alavên xwe li welatên Baltik zêde bike. Biden got ku hêzên Amerîkî ku niha li Ewropayê ne û hin alavên wan Estonya, Letonya û Lîtvanya werin bicîh kirin da ku "parastina xwe xurt bikin".

Biden diyar kir ku niyata wan a şer bi Rûsyayê re nîne û wiha got: “ Ev tenê gavên me yên parastinê ne. Niyeta me ya şer bi Rûsyayê re nîne. Lê ez dixwazim vê peyamê bi awayek vekirî bibêjim; Amerîka bi hevalbendên xwe re ye, wê her santîmek axa NATO biparêze û sozên dane NATO’yê wê bi cih bîne.“

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin duh bi fermî serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê nas kir û Rûsyayê hejmareke zêde ya leşkerên xwe li ser sînorê xwe yê li gel Ukraynayê kom kiriye.

Serepeyv