Amerîkaya latîn: Li Brezîlyayê hejmara kesên ku di bobelata lehiyê da mirin derket 171ê
Li eyaleta Rio de Janeiro ya Brezîlyayê hejmara kesên ku di bobelata lehiyê da mirin derket 171ê.
Li gorî rapora Ajansa Anatoliyê, Li gorî nûçeya çapemeniya Brezîlyayê, li bajarê Petropolîsê yê eyaletê yê ku dikeve herêmeke çiyayî, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên piştî lehî û hezazê, yên îtfaiyevan û xwebexşan didomin.
Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehî û hezazê mirin derket 171ê, ji bo 126 kesan îxbara wendabûnê hat kirin û 856 kes jî di stargehan da ne.
Şaredariya Petropolîsê ji ber xebatên berfireh ên ku ji bo paqijkirina kuçe û kolanan hatin destpêkirin, bangî şêniyên herêmê kir ku ji malên xwe derkevin.
Li bajarê Petropolîsê di 15ê Sibatê da piştî barîna barana guj, li ciyên bilind ên bajêr hezaz çêbûbû, kuçe, park û market di bin avê da mabûn, erebe û otobus di bin avê da mabûn û bi avê ra şiqitîbûn.
Waliyê Rio de Janeiroyê Claudio Castro diyar kiribû ku li herêmê barana herî guj a ji sala 1932an vir va barî.
Li Petropolîsê di 2011an da jî bobelata lehiyê qewimîbû, zêdeyî 900 kesî miribûn û zêdeyî 100 kesî jî wenda bûbûn.