Tirsa rayedara dewleta Trump ji lihevkirina gengaz a Amerîkayê di gel Îranê
Sibat 18, 2022 13:07 Asia/Tehran
Nîkî Hîlî Nûnera dewleta berê ya Amerîkayê ya zêdegav li NY ku van rojan ji tirsa pêkhatina her cûre lihevkirineke gengaz a welatê xwe di gel Îranê, êrîşî dewleta Jor Biden dike, îdia kir ku her cûre lihevkirina nû di gel Îranê dê Karesat be.
Li gorî IRNAyê, Nîkî Hîlî di twîtera xwe da nivîsî: Lihevkirina di gel Îranê şaşitiyek bû û her cûre lihevkirina nû ku Joe Biden wajo bike, dê Karesatek be.
Wê her wiha nivîsî: Ew (Joe Biden) divê aliyekî hilbijêre, an Îran an jî Îsraîl.
Wê her wiha ji serokomarê Amerîkayê ji ber berçavnegirtina daxwazên Kongreyê ji bo raberkirina rapora tam derbarê çawaniya rakirina boykotên Îranê rexne kir.