Sibat 17, 2022 11:38 Asia/Tehran
  • NATO: Em ti nîşanekî li ser kêmbûna aloziya Rûsya û Ukrayna nabînin

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, heta niha ti nîşane tune ne ku Rûsya kar li ser kêmkirina aloziya navbera xwe Ukrayna dike.

Stoltenberg beriya civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê diyar kir, heta niha ti nîşanên kêmkirina rageşiyê tune ne û Rûsya berdewam e li komkirina hêzên xwe li nêzîkî Ukraynayê, tevî ku ragihandiye ku ew leşkeran ji sînor vedikişîne.

Stoltenberg herwiha got: “Me ji Moskowê sînyalên derbarê amadehiya wê ya ji bo berdewamkirina hewldanên dîplomatîk bihîstiye, lê heya niha me li ser erdê ti kêmkirina rageşiyê nedîtiye, berovajî vê yekê xuya ye ku Rûsya komkirina hêzên xwe didomîne.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê tekez kir, riya herî baş ji bo gotûbêjkirina sînordarkirina çekên mûşekî û çekên êrîşkirinê bi Rûsyayê re, danûstandinên rasterast in.

Stoltenberg amaje bi wê da: NATO hevpeymaniyeke berevaniyê ye û gefê li Rûsyayê naxwe.

Serepeyv