Bihaya bermîleke niftê rabû 95 dolarî
Bihaya bermîleke nifta xav a Berent li bazarên cîhanê da rabû 95 dolarî û anegorî rojên debasîbûyî jorda diçe.
Jordaçûna bihaya niftê li bazarên cîhanê didome, duh êvarê bihaya bermîleke nifta xav a Berent li bazarên cîhanê da rabû 95 dolarî û tê payîn ku ji 100 dolarî jî derbas bibe.
Ev jordaçûna bihaya niftê hevgav e digel destpêbûna qeyrana Ukraynê û texmînên êrişa Ûrsêtê ser wî welatî ku ligorî gotina çavdêr û şarezayên aborê bandoreke rasterast li bihaya niftê kirîye, ji ber ku Ukrayn rêya veguhestina nift û gaza Ûrsêtê û çend welatên din bo welatên Ewrûpayê ye.
Herwiha meha buhurî Ajansa Navnetewî ya Ênêrjîyê aşkira kir ku tê payîn di demeke nêzîk da daxwaza kirrîna niftê li parzemîna Asyayê sedî 4 jorda here û di vê çarçovê da yê 37 milyon bermîl nift bo bazarên cîhanê bê şandin, Hevgavê vê yekê çavdêr û pispor pêşbînî dikin ku bihaya bermîleke niftê di demeke nêzîk da rabe 100 dolarî.