Amerîka: Rûsya dê bi êrişa esmanî destpê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331936-amerîka_rûsya_dê_bi_êrişa_esmanî_destpê_bike
Bidû gurrbûna gêreyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de welatên curbicur ji welatiyên xwe dixwazin ku ji Ukaynayê derkevin. Herî dawî Amerîka, Brîtanya û rêjîma Îsraîlê daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku ji Ukraynayê derkevin. Amerîka dibêje, Rûsya dê bi êrişa esmanî destpê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2022 03:35 Asia/Tehran
  • Amerîka: Rûsya dê bi êrişa esmanî destpê bike

Bidû gurrbûna gêreyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de welatên curbicur ji welatiyên xwe dixwazin ku ji Ukaynayê derkevin. Herî dawî Amerîka, Brîtanya û rêjîma Îsraîlê daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku ji Ukraynayê derkevin. Amerîka dibêje, Rûsya dê bi êrişa esmanî destpê bike.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan di kongreyeke rojnamevanî de li ser vê yekê got, “Em daxwaz ji hemwelatiyên xwe dikin di dema 24 demjimêran de Ukraynayê bicî bihêlin.”

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku “diqewime ku êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê di her kêliyekê de destpê bike.”

Jake Sullivan Rûsya dê bi êrîşa esmanî, êrişa bo ser Ukraynayê bide destpêkirin û piştre dest bi êrişa bejahî bike.

Holanda, Japonya û Koreya Başûr jî daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku ji Ukraynayê derkevin.

Li ser helwesta li beramber her êrişekê jî Sullivan dibje, “Hêzên me yên li rojhilatê Ewropayê bersiveke serbazî nadin Rûsyayê.”