Sîyaseta koçberîyê ya Amerîkayê; Pêkanîna rewşeke bitaluke jibo 21 hezar zarokî
Sazîya Zêrevana Mafên Merivan hişyarî da ku sîyasetên Amerîkayê têkildarî koçberî û koçberan ser navê ``li Mêkzîk bimîne`` zêde ji 21 hezar zarok xistine rewşeke bitaluke da.
Sazîya Zêrevana Mafên Merivan di daxûyanîyekê da ragihand ku dewletên Amerîka û Mêkzîkê zêde ji 21 hezar û 300 zarok bi saay cihannîa plana ``li Mêkzîkê bimîne`` ya serdema serokatîya Donald Trump da, xistine ber êş û zîyanên ciddî.
Ligorî vê daxûyanîyê, ew plana ji hêla dewleta Jeo Biden serokomarê nika yê Amerîkayê va jî tê cihanîn.
Ligorî daxûyanîya Sazîya Zêrevana Mafên Merivan, di çarçova vê plana têkildarî koçberan da, nêzî sedî 30yê zarokên penaxwaz bo şarên sînorî yên pirrxeter ên Mêkzîkê hatine vegerandin û gellek ji wana li wir çavlirê ne ku rewşa wan a koçberîyê dîyar bibe.