Omîkron li Kandayê dide cirîdê; kêmbûna 200 hezar derfetên karkirinê
Ji ber kêmbûna zêde ji 200 hezar derfetên karkirinê di meha Çillê da li Kanadayê, asta bêkarîyê ji sedî 6ê bo sedî 6.5ê jorda çû.
Ligorî datayên ku dewleta Kanadayê raber kirine, 200 hezar û 100 derfetên karkirinê di sîstema abora vî welatî da jinav çûne, çavdêran jî pêşbînî kiribûn ku nêzîkî 117 hezar derfetên karkirinê kêm bibin.
Endro Kilovîn aborîzanê pillebilind li Dezgeha TDyê dibêje: Rewşa aborî xirabtir ji asta pêşbînîkirî yame ye, lê diwê ew ligorî belavbûna Omîkronê û dewrên qrentîne û tehtîlkirina kar û baran bê dîtin û nirxandin.
Li 2 parêzgehên mezin ên Kanadayê yanî Ontarîyo û Kêbêkê bi dû belavbûna Omîkronê qedexeyên nû tên sepandin ku vê dawîyê hatibûn rakirinê. Li eyaleta Ontarîyoyê hefteya buhurî fermana vekirina salonên werzişê û xwaringehan hat dayînê û li parêzgeha Kêbêkê jî xwaringehc hatin vekirinê û hin karên werzişî destpê bûn.