Amerîka 2 hezar serbazan dişîne rojhilatê Ukraynayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i331822-amerîka_2_hezar_serbazan_dişîne_rojhilatê_ukraynayê
Di demekê de ku Rûsya red dike 100 hezar serbazên xwe ji nêzîkê sînorê Ukraynayê vekişîne, Amerîkayê biryar da 2 hezar serbaz li rojhilatê Ukraynayê bicîh bike û hezar serbazên din jî bişîne Almanyayê. Koşka Spî dibêje, hezar serbazan ji Almanyayê dişîne Romanya, du hezarên din jî ji Amerîkayê digihin Almanya û Polandayê daku berevaniya baskê rastê yê Hevpeymaniya NATOyê bihêz bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2022 14:17 Asia/Tehran
  • Amerîka 2 hezar serbazan dişîne rojhilatê Ukraynayê

Di demekê de ku Rûsya red dike 100 hezar serbazên xwe ji nêzîkê sînorê Ukraynayê vekişîne, Amerîkayê biryar da 2 hezar serbaz li rojhilatê Ukraynayê bicîh bike û hezar serbazên din jî bişîne Almanyayê. Koşka Spî dibêje, hezar serbazan ji Almanyayê dişîne Romanya, du hezarên din jî ji Amerîkayê digihin Almanya û Polandayê daku berevaniya baskê rastê yê Hevpeymaniya NATOyê bihêz bikin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki, roja Çarşembê 2ê Sibata 2022ê di civîneke çapemeniyê de got, ew 3 hezar serbaz ne ser bi wan 8 hezar 500 serbazan in ku hefteya borî ketin amadebaşiyê.

Jen Psaki tekez kir ku ew hêz “li nav Ukraynayê şer nakin”, lê bo wê yekê tên şandin daku hevpeymanên Amerîkayê piştrast bin ji wêya asayîşa wan parastî dibe.

Psaki herwiha amaje bi wê yekê da ku ev pêngava Pentagonê bi hevahengiya ligel NATOyê hatiye avêtin û her yek ji Brîtanya, Fransa, Îspanya û danîmarka jî heman tiştî dikin.

Alêksandêr Giroşko Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê jî pêgirî kir ku eva pêngaveke xirabker e û yê sazişa têkildarî Ukraynê dijwartir bike.

Dîmîtrî Pêeskov Berdevkê Kremlînê jî got ku şandina hêzên zêdetir ên Amerîakyê bo rojhilata Ewrûpayê bi vê wateyê ye ku Waşîngton dijwarkirina gêreyên li Ewrûpayê didomîne û ev yeka durustbûna dilnigeranîyên Ûrsêtê diselimîne.