Çile 23, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Senatorê amerîkî: Derketina ji Lihevkirina Navokî biryara herî ehmeqane ya 50 salên dawiyê ye

Senatorekî payebilind a endamê Komîteya Pêwendiyên derveyî ya Senaya Amerîkayê helwêst û xebata Donald Trump derheqê Lihevkirina Navokî da ber rexneyan.

Li gorî rapora Fars Newsê, Di rewşekê da ku gotûbêjên li Viyenê ji bo rakirina boykotên dijî Îranê didome, Kirîs Mûrfî (Chris Murphy) nûnerê demokrat ê parêzgeha Konîktîcotê (Connecticut) li Meclîsa Senaya Amerîkayê dibêje ku biryara serokomarê berê yê vî welatî ji bo derketina ji Lihevkirina Navokî, biryara herî ehmeqane di warê siyaseta derveyî di 50 salên dawiyê ye.

 

Tevî mukurhatina Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derheqê sozdariya Îranê, dewleta Donald trump serokomarê berê yê Amerîkayê di roja 8ê Gulana 2018an da bi awayekî yekalî ji vê lihevkirina navneteweyî ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY va hatibû piştrastkirin derket û "Kampanyaya zexta herî pirr" li dijî Îranê sepand.

 

Dewleta niha ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden tevî mukurhatina li têkçûna siyaseta zexta herî pirr, ragihand ku dilê heye Amerîkayê vegerîne Lihevkirina Navokî, lê heta niha nexwestiye ku kiryarên pêwîst ji bo vê yekê pêk bîne.

 

Serepeyv