Efûya giştî li Koreya Bakur
Parlamenta Koreya Bakur bi boneya jidayikbûna damezrînerê vî welatî efûya giştî ragihand.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yonhapê, Komîteya Daîmî ya Meclisa Bilind a Gel a Koreya Bakur duh Pêncşemê biryar da ku bi minasibeta 100emîn salvegera jidayikbûna damezrînerê vî welatî Kim Il-sung (15ê Nîsanê) û 80emîn rojbûna Kim Jong Il, serokomarê berê û bavê serokomarê niha yê Koreya Bakur (16ê Sibatê), sûcdarên ku li dijî welat û neteweyê sûc kirine, efû bike.
Di danezana efûyê ya ku biryar e ji 30'ê Çile de dê bikeve meriyetê, bang li hikûmet û saziyên pêwendîdar tê kirin ku ji bo girtiyên hatine berdan tedbîrên pêwîst bigirin û alîkariya wan bikin.
Li Koreya Bakur efûya giştî ya dawî di sala 2020an de bi munasebeta 70emîn salvegera damezrandina Partiya Kar (partiya desthilatdar) hat ragihandin.