Koreya Bakur li ser trenê ceribandina mûşekên balîstîk pêkanî
Li hember biryarên cezayî yên rêveberiya Biden, Koreya Bakur ceribandineke mûşekên balîstîk li ser trenê pêkanî.
Li gor nûçeya Ajansa Navendî ya Koreya Bakur (KCNA), Amerîkayê ji ber ceribandinên berî naha yên mûşekan li hember Koreya Bakur biryarên cezayî wergirtine û eger wî helwêsta xwe ya bi dijminatî berdewam bike dê Koreya Bakur çalakiyên hîn vekirîtir pêkbînin û piştî wê daxuyaniyyê jî li ser trenê ceribandina mûşekên balîstîk pêkaniye.
Hat ragehandin ew manovr bi armanca kontrol kirina amadekariyên hêza mûşekî ya li ser xetên hesin û rewşa wê hatiye kirin û piştî fermana ceribandinê hatiye dayîn, leşker bi awayekî lez derbazî qada firandina mûşekê bûne û 2 mûşek bi awayekî serkeftî avêtine.
Rojnameya Rodong Sinmun a Koreya Bakur jî du vagonên ku di bin dûkelê de mane û wêneyên du mûşekên hatine avêtin balav kiriye.
Koreya Bakur roja 5ê Çile ragehandibû ku mûşeka hîpersonîk bi awayekî serkeftî ceribandiye.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ew ceribandina muşeka hîpersonîk a 1000 kîlometreyî di cîh de şopandibû û mûşek li armanca xwe ketibû.