Kanûn 27, 2021 18:19 Asia/Tehran
  • Li Brezîlyayê ji ber lehiyan 18 kes mirin

Li eyaleta Bahia ya Brezîlyayê ji ber baranên tund lehî rabûn û bi dehan bajar di bin avê de man û 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Berevaniya Sivîl a eyaleta Bahia, li herêmê ji meha mijdarê heta naha baranên dibarin bûye sedema lehiyan de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî winda ne. hat ragehandin di heftiya borî de ji ber baranên tund û rabûna lehiyan 430 hezar û 869 kesan zirar û ziyanên zav dîtine.

Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku li Bahia 16 hezar kesan malên xwe ji dest dane û 19 hezar û 580 kes jî ji cîhên xwe hatine derxistin. Li 72 bajarên eyaleta Bahia ya ku nûfusa wê 15 milyon kesan derbas dike, ji ber baranên tund û lehiyê rewşa lezgîn hatiye ragehandin.

Parêzgarê eyaleta Bahia Rui Costa ragehand ji ber lehiyê 37 bajar bi temamî di bin avê de mane.

Serepeyv