Kanûn 27, 2021 10:55 Asia/Tehran
  • Putin: Ger NATO Ukraynayê bike endam, emê li bijardeyên din bifikirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku eger Ewropa di derbarê endamtiya Ukaraynayê bo NATOyê de garantiya ewlekariyê pêşkêşî wan neke, dê bijardeyên wan yên din hebin.

Berî niha Moskowê çend belgeyên ewlekarî pêşkêş kirine û tê de daxwaz dike ku NATO endamtiya Ukrayna û welatên berê yên Yekîtiya Sovyetê red bike, bicîkirina leşkerên NATOyê li naverast û rojhilatê Ewropayê rawestîne.

Herwiha Putin daxwaz dike ku Ewropa bilez vê daxwaza wan cîbicî bike, eger daxwaza wan neyê bicihkirin, Moskow dê neçar bibe tedbîrên leşkerî yên guncaw werbigire.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got “Emê li benda bersiva pisporên leşkerî bin ka wê çi pêşniyaran pêşkêş bikin.”

Amerîka û Hevpeymanên wê pêşniyara Rûsya red kirine, lê li gel Rûsya lihev kirine ku destpêka meha bê dest bi danûstaninên ewlekarî bikin ku dê li Cenevê birêve biçin.

Biryar e, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî roja 12 meha dahatî di derbarê peywendiyên bi Rûsyayê re civînekê di navbera Encûmena NATO û Rûsyê de pêk bîne.

Serepeyv