Mercê Serokwezîrê Ermenistanê jibo muzakireya tev Erdogîn
Serokwezîrê Ermenistanê got ku nabe em derheq gotûbêjên bi Tirkîye û Azerbaycanê ra bi awayekî nemaqûl geşbîn bin.
Nîkol Paşînîyan Serokwezîrê Ermenistanê di civîneke çapemenîyê ya ser xet da, got: Em amade ne ku rêya gotûbêjên tev Bakû û Enqerê bişopînin û armanca Êrîwanê ji pişikdarîya di gotûbêjan da, ``danîna bingehekê jibo geşbînîyê`` ye.
Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê hin pêşmerc jibo asayîkirina peywendîyên tev Êrîwanê kivş kirine û jibo danîna korîdora Zenzorê zor dabû ser Êrîwanê ku Paşînîyan jî wek berteka hibmerî wan zextana pêgirî kir: Ermenistanê derbarê ti korîdorekê da gotûbêj nekirîye, nake û dê neke jî.
Serokwezîrê Ermenistanê got: Me hertim pêgirî ser asayîkirina peywendîyên tev Tirkîyê ya bêyî pêşmerc kirîye û bifermînaskirina qirrkirina ermenîyan tu wexta ne pêşmercê asayîkirina peywendîyan û vekirina sînoran bûye.
Wî herwiha got ku dewleta Eremnistanê helwesta xwe derbarê mijara bifermînaskirina navnetewî ya qirrkirinê bi aşkirayî ragihandîye.